Li Amedê dê şeva lîstoka 'Çênebû'yê pek bê

Share
Li Amedê dê şeva lîstoka 'Çênebû'yê pek bê
IMG-20230610-WA0366

Li Amedê dê ji alîyê Nûhevê şeva lîstoka Çênebûyê bê lidarxistin.

Bername dê di 13ê Hezîranê seat 19.30an da li Peron Pubê yê Amedê bibe.

Yek ji Avakarê Nûhev'ê Robin Askar ji Botan Times'ê ra behsa lîstoka Çênebû'yê kir.

Çênebû listokeke bêjeyi û bişahînet e ku dikare bi malbatê re jî bê lîstin.

Di Çenebûyê da du tîm hene û hejmara lîstikvanan wekhev in.

Ji bo destpêkirina listokê yek ji tîmê ji kartên lîstinê 5 heb hildibijêre.

Hema ku berdevk kaxiz werdigire, dem dest pê dike û demjimêr tê zivirandin.

Lêbelê peyvên qedexe ji bo danasîna peyvê nayên bikaranîn. Ji bo vê yekê, yek ji tîma dijber li kartê dinihêre û kontrol dike ka peyva qedexe tê bikaranîn.

Tîm dema ku kartan dizanin pûanan qezenc dikin.

Armanca Çenebûyê ku tê de gelek bêje hene ev e ku peyva ku li ser kartê hatiye nivîsîn bêyî bikaranîna peyvên qedexe zanîn e.

Bername bêpere ye û herkes dikare beşdar bibe.

Read more