Li Amedê du malbat pevçûn: 8 kes mirine

Li Amedê du malbat pevçûn: 8 kes mirine
ambulans

Li navçeya Bismilê ya Amedê di navbera du malbatan de şer derketîye. Tê gotin ku di şerî da 8 kes hatine kuştin, 3 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku bûyer îro li gundê Şidadê yê girêdayî Bismilê ji ber erdî pêk hatîye.

Du malbatan bi çekan êrişî hev kirine. Di şerî da heta niha 8 kes mirine. 3 kesên birîndar jî li nexweşaneyê têne dermankirin.

Li gor zanyarîyan, gelek cendirme li gundê Şidadê tedbîrên ewlehîyê wergirtine.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su derbarê bûyerê da got:

Sebebê şerê di navbera her du malbatan da, 200 donim erd e. Di encama şerê herdu malbatan da mixabin 8 welatîyên me mirine û 3 jî birîndar bûne.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.