Ferhenga têgihên derûnnasiyê ji weşanxaneya Avestayê derketiye
Weşanxaneya Avestayê ferhengeka nû ya derûnnasiyê weşandiye. Nivîskarên kovara Psychology Kurdî “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” amade kiriye. Amadekarên pirtûkê di nav
Li taxa Babdayê ya Beyrûdê her êvar bi dehan kes li ser girî kom dibin û êrîşên hewayî yên li ser taxên başûrê bajêr temaşe dikin. Ev bûye edeteka rojane ku rewşa şerî nîşanî me dide.
Li ser gireka li derûdora Beyrûdê, ji xort û kalan heta rojnamevanan her kes kom dibe. Ev der di demên aştîyê de cihê geşt û seyranê bû. Lê niho bûye cihê ku xelk li êrîşên li ser taxa Dahîyeyê temaşe dike.
Dahîye, taxa ku piranî Şîe lê dijîn û di bin kontrola Hizbullahê de ye, di du mehên dawîyê de rastî êrîşên giran ên Israîlê hatiye. Li gorî rayedarên Israîlê, ev êrîş li dijî navendên leşkerî yên Hizbullahê ne. Lê belê tax bûye wêraneka tijî xwelî û kavil.
Huseyn Qazem, 56 salî, yek ji wan kesan e ku ji Dahîyeyê revîyaye û her êvar tê vê derê. Qazem dibêje ku ew li vê derê li xanîyê xwe yê ku 30 sal ji bo kirîna wî li Erebistana Siûdî xebitî, temaşe dike.
Rewşa niho tansîyonên olî yên di nav civakê de jî derdixe holê. Carina xortên Xiristiyan tên û êrîşên li ser taxên Şîeyan pîroz dikin. Lê belê piranîya xelkê dixwaze ku şer bi dawî bibe û aştî vegere.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...