B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Li quntara Çiyayê Cûdiyê yê di navbera Silopîya û Şirnexê da ye agir bi daristanan ketiye.
Li gor agahîyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) belavkirine agirî duh bi şev derketiye û her diçe belav dibe.
Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê şewata li Çiyayê Cûdîyê daxuyanîyek belav kiriye û dibêje:
Yên li dijî xwezaya me şer dane dest pê kirin, bi şewata daristanan a bi salan e bi awayekî sîstematîk dewam dikin, ekosîstema me tine dikin. Şewata ku li Cûdîyê dest pê kir û destûr nehat dayîn mudaxele lê bê kirin, dewama polîtîkayên dijminatîya li dijî Kurdan e.
Li gor agahîyên ku MAyê ji herêmê girtine, cihê ku agir pê ketiye nêzî qereqola leşkeran e û bi tu awayî ji bo vemirandina agirî destûr nayê dayîn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...