Girseyên mezin ji bo Xameneyî li Iraqê li hev civîyan - Erika Solomon, The New York Times
Bi sed hezaran kes li bajarê Necefa Iraqê ji bo rêberê dînî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî civîyane. Mirovên li
Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê tê gotin ku 4 ciwanên ku pezê xwe diçêrandin ji aliyê leşkeran ve hatine derbkirin û desteserkirin.
Li gor nûçeya Ajanasa Mezopotamyayê bûyer li gundê Bêruhê yê li Rûbaroka Colemêrgê qewimîye.
Ciwanê bi navê Serhat T. wexta pezê xwe biriye ser avê rastî tundîya leşkeran hatiye.
Tê gotin ku leşkerên Qereqola Yeşiltaşê jê ra gotine "Çi karê te li vir heye? Tu li vir çi dikî?" û dest bi lêdana ciwanî kirine.
3 xizmên Serhatî jî dema ew kêlî tomar kirine hatine desteserkirin û ew jî rastî îşkenceya leşkeran hatine.
Di dîmenan da jî tê xuyakirin ku bi dehan leşker li dora ciwanekî kom bûne û ew deverû kirine.
Hat diyar kirin ku leşkeran ew ciwan birine Qereqola Cendirmeyan a Rûbarokê. Tê çaverêkirin ku îro ew ciwan derkevine mehkemeyê.
Parlementera Partîya Çepên Kesk ya Colemêrgê Öznur Bartınê jî ew kêlîyên ku ciwan ji aliyê leşkeran ve tên derpkirin ji hesaba xwe ya Twîtterê belav kiriye.
Ev hovîtiya li dijî xortekî 16 salî tê kirin ne li Afganistanê ye, li Rûbaroka Colemêrgê ye.
Sedema vê îşkenceyê jî ew bû ku çima zarokê ku heywanên xwe diçêrand derbasî biniya gundî bûne.
Em dizanin ku sedema vê ya serekî dijminatîya kurdan e.
Parlementera Colemêrgê Öznur Bartin
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...