A Revolutionary of an Era: Celadet Alî Bedir-Xan
Before Celadet Alî Bedirxan was even born, the stamp of exile had already been placed on the foreheads of his
Komeleya Medyaya Dîjîtal bi piştgirîya Sefareta Brîtanyayê li Diyarbekirê bernameya perwerdeya medyayê pêk tîne. Di bernameyê de dê deh rojnamevanên pispor perwerdeyê bidin.
Bername dê di ofîsa Botan Internationalê de pêk were û dê bîst saetan bidome. Her beşdar dê pênc nûçe/bernameyan amade bike û dê ji bo her berhemê brût 100 Poundan bistîne.
Beşdar divê beşdarî hemû perwerdehîyan bibin. Di bernameyê de zimanê sereke dê tirkî be, lê dê ji bo kurdî û îngilîzî jî derfetên taybet hebin. Mesrefên rê û cihê mayînê nayên dayîn.
Her beşdar dikare bi kêmanî yek û herî zêde deh perwerdekaran hilbijêre û bi wan re bixebite. Wek mînak, beşdar dikarin bi Semiha Yildiz re montaja vîdyoyê çêbikin an jî bi Vecdi Erbay re biçin hevpeyvînê.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...