Li Enqereyê qeza çêbû: 9 kes mirin

Li Enqereyê qeza çêbû: 9 kes mirin
000

Otobûsa rêwiyan li ser rêya Enqere-Eskîşehîrê qeza kir. Di qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.

Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 04 AAV 951 a  Agri Seç Turzîmê, dema li ser rêya Enqere-Eskîşehîrê ber bi Polatliyê ve diçû, saet serê sibehê di 05.00ê de ji kontrolê derket û li derdora gundê Olukpinarê li pirê xist.

Nehat zanîn bê ka otobûs çima ji kontrolê derketiye. Di encama qezayê de 9 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê gelek ambulans û tîmên agirkujiyê çûn cihê bûyerê. Xebatên ji bo derxistina birîndaran a ji otobûsê didomin û welatiyên hatin derxistin şandin nexweşxaneyan. Rêya Enqere-Eskîşehîrê ya ber bi Polatliyê ve ji hatin û çûnê re hate girtin.

Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn têkildarî qezayê daxuyanî da û got ku 9 kes mirine, 26 kes birîndar bûne û li gorî lêkolîna wan a ewil, dibe ku ajokar bi xew çûbe lewma rê li ber qezayê vekiribe.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.