Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li gundê Qerhêta ya Çinara Amedê ku 8 roj in ceyrana wan ji aliyê DEDAŞê ve hatiye qutkirin, li şûna mixtarê gundî qeyum wezîfedarkirin.
Li gor nûçeya Amîda Haberê, DEDAŞê beriya hefteyeka ji ber "bikaranîna neqanûnî û deynê ceyranê" elektrîka gundê Qerhêtayê qut kiriye.
Mixtarê gundî Necatî Ertemê ku nekariye pirsgirêka ceyranê çareser bike ji wezifeya xwe istifa kiriye. Qeymaqamê Çinarê jî li şuna mixtar Ertemî cigirê xwe wekî qeyum wezifedar kiriye.
Gundîyên Qerhêtayê jî diyar kirine ku wan ne ji Waltîya Amedê ne jî ji Qeymaqamtîya Çınarê ji bo çareserkirina pirsgirêkê ceyranê tu mûxatap nedîtine.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...