Li Hollywoodê grev: Piştî senarîstan, lîstikvan jî tevlî grevê bûn
Li Amerîkayê sendîkaya lîstîkvanan (SAG) jî tevlî greva senarîstan bû. Bi tevlî bûna wan greva herî mezin a 60 salên dawî li Hollywoodê dest pê kir.
Bi deh hezaran lîstikvanên Hollywoodê, ji bo qazancên adil û ji bo başkirina şert û mercên xebatê beşdarî greva senarîstan bûne.
Sendîkaya lîstîkavanan jî ji bo mafê lîstîkvanan bi rê ya kopyayên dijîtal neyê binpêkirin û pêşî li vê yekê bê girtin tevlî grevê bûye.
Derhênerê navdar Nolanî diyar ku ji ber ku galaya fîlma wî beriya dest pê kirina grevê hatiye lidarxistin ew gelekî bi şans e, ji ber ku di dema grevê da êw ê li ser fîlmeke din nexebite.
Bi pêkanîna biryara grevê dê 160 hezar hunermendên performansê dest ji karê xwe berdin.

Sendîkayên ku him nivîskar û hem jî lîstikvan temsîl dikin, ji sala 1960î û vir ve cara yekem e ku di heman demê da dest bi grevê dikin.
Navdarên Hollywoodê yên wekî Margot Robbie, Meryl Streep û Dwayne "The Rock" Johnson piştgirî didin grevê.