Li Îranê 'polîsên exlaqê' dîsa dest bi dewrîyeyan dikin
Medyaya fermî ya Îranê ragihandiye ku 'polîsên exlaqê' dê ji nû ve dest bi dewrîyeyan bike. Polîsên exlaqê
dê çavdêriyê bikin ka gelo jin li gor rêgezên îslamî cilûbergên xwe li xwe dikin an na?
Biryar 10 meh piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînîyê hate girtin.
Jîna, ji ber cil û bergên xwe ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê hatibû desteserkirin û li qereqolê hatibû qetilkirin.
Qetilkirina Jîna Emînîyê bûbû sedema xwenîşandanên girseyî û dewrîyeyên polîsên exlaqê hatibûn rawestandin.
Lê ev demek e aligirên hikûmetê dixwestin dewriyeyên wan polîsan ji nû ve dest pê bikin.
Li Îranê ji Şoreşa Îslamî û vir ve polîsên exlaqê hene. Sala 2006an navê dewrîyeyan hatibûn guhertin û kiribûn dewrîyeyên rehberê.
Polîsên exlaqê li Îranê ji bo çavdêrî û şopandina cilûbergên jinan taybet hatine wezîfedarkirin. Herwiha wan polîsan ew îcazet heye ku kesên li gor biryarê tevnagerin dikarin wan desteser bikin an jî zindanî bikin.
Çi Bûbû?
'Polîsên Exlaqê' 13ê Îlonê Jîna Mehsa Emînî desteser kiribûn. Li qereqolê ji ber îşkencekirinê û kiryarên xirab tenduristiya wê xirab bûbû. Emînî 16ê Îlonê hatibû qetilkirin. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandanan dest pê kiribûn û bi hezaran jinan laçik û serpoşên xwe ji serê xwe avêtibûn û mirina Jînayê protesto kiribûn. Di xwenîşandanên li seranserê Îranê nêzî 600 kesan ji aliyê hêzên ewlahiyê yên Îranê ve hatibûn qetilkirin.