Li Îspanyayê qeyrana serxwebûnê: Hikûmeta navendî destûr nade referandumê

Li Îspanyayê qeyrana serxwebûnê: Hikûmeta navendî destûr nade referandumê
katalonya

Mijara referanduma serxwebûnê ya herêma xweser a Katalonyayê  bi salan e li Îspanyayê bûye cihê nîqaşê.

Hikûmeta navendî hewldana lidarxistina referandûma serxwebûnê ya herêma xweser a Katalonyayê red kiriye.

Wezîra Maliyeyê ya Îspanyayê Marîa Jesus Montero, roja Çarşemê li Madrîdê ji rojnamegeran ra gotiye: "Di bin serokatiya Serokwezîr Pedro Sanchez da, li Katalonyayê referandumek li ser mijara serxwebûnê nayê kirin."

Katalanî daxwaza referandumek weke ku di sala 1995an da li eyaleta Quebec a Kanadayê pêk hatiye dike.

Katalonya  ji aliyê aborîyê ve herêmeke bihêz e. Di sala 2017an da referandûma serxwebûnê li dar xistibû û di encama referandûmê da biryara cudabûna ji Îspanyayê hatibû dayîn.

Li ser vê  hikûmeta navendî qeyum tayînê herêmê kiribû.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.