Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Li Îzmîrê êrîş li pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekînî hatîye kirin û çenteyên di pêşangehê da hatine dizîn.
Pêşangeha bi navê 'Gavur Mahallesi' par di meha Mijdarê da bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hatibû vekirin.
Hunermend Ahmet Guneştekîn piştî êrîşî got,
Di 8 salên dawî da ev cara 3emîn e ku êrîş li berhemên min têne kirin. Lê cihê xemgînê ye ku taybet ji derdorên hunermendan bêdengî heye lê şermezarkirin tune ye.
Di pêşangeha Guneştekîn ya li Îzmîrê da pêvajoya pevguhertin û koçberiyê tê ravekirin.
Tesîsên mezin, karên vîdeoyî û peykerên ku tê de formên metal bi kevir hatine temamkirin, têne pêşandan.
Pêşengeha Gavur Mahallesî ya ku ji ber eleqeya zêde heta 7ê Gulanê hat dirêjkirin, heta niha mazûvaniya milyonek û 500 hezar kesan kiriye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...