Îranê bi dronan êrîşî ofîsa Mesrûr Barzanî kiriye
Dronên Îranê îro li Hewlêrê nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û mala Rêveberê Ajansa Parastinê kirine
Li Perûya Amerîkaya Başûr di vekolanên arkeolojîyê da mûmyayek hate dîtin. Tê texmînkirin ku ev mûmya zêdetirî 3 hezar salan berê hatîye çalkirin.
Mûmyaya berbehs, li newala Rimacê ya nêzîkî Limaya paytextê Perûyê hatiye dîtin.
Ev mûmya, bi wesîleya bernameya lêkolînê ya “Hucca La Florida”yê hatiye peydakirin ku bi armanca parastina nerît û tarîxa herêmê hatiye avakirin.
Li gorî nûçeya Voice of Americayê xwendekarên arkeolojîyê yên li Zanîngeha Netewî ya San Marcos Mayorê destnîşan kirine ku mûmya di nav pembûya herêmî da hatiye pêçan.
Hat beyankirin ku li gel mûmyayê şûşe, dirç, garis, pelên kokayê û gerdenî jî hatine ditîn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...