Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be
Carinan dema mirov kitêbekê diqedîne tiştê di bîra mirov de dimîne ne ew ên vegêrandî ne, bes ew ên îmakirî
Li Qibrisa Bakur ji ber germahîya hewayê, 17-21ê Tîrmehê derketina derve hatiye qedexekirin.
Li gor biryara hikûmetê ji 17ê Tîrmehê heta 21ê Tîrmehê seat di navbera 12.00-16.00an da xebata li derve hatiye qedexekirin.
Tê gotin ku wezaretê ji bo parastina tenduristîya kes û xebatkarên li bin tavê dixebitin ev biryar girtiye.
Li gor Nûçeya Ajansa Tirkan a Kibrisê, biryara Wezareta Kar û Ewlekarîya Civakî duh Rojnameya Fermî da hatiye belavkirin.
Ji aliyê din ve Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ragihand ku germahiya zêde wê 2 hefteyên din jî bidome.
Meteorologê Îtalî Fiulio Bettî ji bo rekora nû tarîxek destnîşan kir û got: "Di navbera 19-23 Tîrmehê da germahî ne tenê li Îtalyayê, li Yewnanîstan, li Tirkiye û li Balkanan jî wê bigihîje lûtkeya herî bilind."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...