[vîdeo] 5 pêşkêşkar, 13 bername, 13 kitabên Kurdî: Em çi dixwînin?
Li Botan Timesê li ser kitêbên Kurdî me 13 bername çêkirine. Xecê Daşxin, Seyhan Şaşmaz, Ayşe Kuran Çîçek, Mem û
Fotograf: Ruha, Şaredariya Ruhayê
Li Riha û Semsûrê ji ber barana bi şid duh lehî rabû. Li Rihayê 13, li Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lêgerîna 4 kesan jî berdewam dike.
Li Rihayê di çarxerêya Abideyê de cesedê 1 kesekî hat dîtin.
Her wîha ji ber barîna baranê li Amed, Mêrdîn û bajarên derdorê jî lehî rabûn.
Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li herêma erdhejê 5 rojên li pêş jî baranê bibare.
Nûnertiya Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê di daxuyaniya xwe ya piştî karesata lehiyê de diyar kir ku, bûyerên xwezayî bi destwerdanên bê plan û şaş ên li xwezayê veguherî felaketan.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...