42 piştgir, 2042 xwendevan û 219 abone - #MeTuHeyî - Malî ava
Botan Tîmesê 18ê meha Gulanê dîsa dest bi weşanê kir. Me vê carê arşîva xwe ya ku ji 3000+ nivîs
Li Spanyayê ji ber lehîya herî mezin ya çend dehsalên dawîyê 158 kes mirine. Li gor rayedaran di nav rojekê de barana çend mehan barîye û xisareka mezin li herêmê çêbûye.
Lehî bi taybetî li rojhilat û başûrê Spanyayê bandor kiriye. Li bajarê Valencîyayê û gundên wê zirareka mezin çêbûye. Li herêma Chîvayê di nav 8 saetan de qasî barana salekê barîye. Herwiha li herêma Endelusê jî, ku tê de bajarên Sevîlla û Malagayê hene, lehî rabûye.
Meteorologan dîyar kiriye ku sedema vê lehîyê "gota frîa" ye, yanê daketina hewaya sar. Ev bûyer dema ku hewaya sar li ser ava germ ya Deryaya Spî dikeve pêk tê. Zanyaran destnîşan kiriye ku germ bûna cîhanê bandorê li ser zêdebûna bahozên bi vî rengî dike. Di meha Tebaxê de li Deryaya Spî germahîya herî bilind a dîrokê hatiye tomarkirin.
Dewletê daxuyandiye ku dê herêmên zirarketî werin pişgirîkirin û kesên zirarketî dê bên qerebûkirin. Heya niho bi sedan kes ji herêmên xeternak hatine veguhastin û bi hezaran kes di cihên ewle de hatine bicihkirin.
Çavkanî: Emma Bubola, Isabella Kwai û José Bautista/New York Times, Botan Times, Reuters, AFP, AP 31ê Çirîya pêşîn 2024
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...