Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li Şirnex û navçeyên wê, li 11 deveran di bin navê "herêma taybet a ewlehîyê" da ji bo 15 rojan li welatîyan hatîye qedexekirin.
Parêzgeriya Şirnexê di daxuyanîya xwe da dîyar kirîye ku li 15 dever û çîyayên parêzgeha Şirnexê û li navçeyên wê yên wekî Cizîr, Silopya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatîye ragihandin.
Li gorî biryarê, di navbera 15-29ê Hezîranê da dê çûn û hatina welatîyan bo van herêman qedexe be.
Parêzgarîya Şirnexê di daxuyaniya xwe da îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehîyê û rêlibergirtina bûyerên tundûtûjîyê" hatîye ragihandin.
Beşeka zêde ya xelkê Şirnexê debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin. Navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku şirnexî 4 demsalan heywanên xwe lê diçêrînin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...