Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Rojnameger Gulistan Dursun, Can Papila, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayri Tunç, Enes Sezgîn û Osman Akîn hatin girtin.
Li Stenbolê duh 17 kes piştî îfadeya li dozgeriyê serbest bûn û 9 kesên ku bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, hatin girtin.
Rojnamegerên hatin desteserkirin: Gulîstan Dursun, Can Papila, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayri Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn.
Kesên din yên hatin girtin: Haci Ugis, Îmam Şenol.

Rojnameger Zeynep Kuray, Yadigar Aygun, Mahsum Saglam, Yagmur Filiz û Pelin Laçin, bi şertê kontrola edlî serbest bûn.

Rojnamegerên hatin girtin bi rêya parêzerên xwe ev peyam şandin:
“Dê qesr û serwerî hilweşin, wê rojekê ev xwîn bisekine, ev zilm biqede. Tiştên ku ji van rojan bimîne kesên berxwedêr û Nazim û Cîhan in. DFG saziya çapemeniyê ye. Em ê destûrê nedin ku bi ti awayî bê krîmînalîzekirin. Rojnamegerî ne sûc e.”
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...