B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Li navçeya Kadikoya Stenbolê polîsan 4 ciwanên Kurd yên li ber stranên kurdî govendê digerandin desteser kirine.
Li gor agahîyên ku Ajansa Mezopotamyayê belav kirine, li perava modeyê ya Kadikoyê polîsan dest danîye ser hoparlera ciwanên Kurd.
Ciwanan bertek nîşanê helwesta polîsan dane û di navbera wan û polîsan da rageşî derketiye.
Polîsan gaza îsotê li ciwanan reşandiye û gule bera hewayê dane.
Piştî rageşîyê 4 ciwan ji alîyê polîsan ve hatine desteserkirin.
Komeleya Hiquqnazên Stenbolê jî li ser dimênên desteserkirina ciwanan li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyanîyek belav kiriye.
Komeleyê da zanîn ku ew dê piştgirîyê bidin wan kesên hatine binçavkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...