Li Tirkîyeyê 26 hezar kesan ji ewropayê daxwaza îltîcayê kirine
Li gorî Yekitîya Ewropayê (YE) ji destpêka sala 2023yan heta niha ji Tirkîyeyê 26 hezar kesan ji bo daxwaza îltîcayê serî li welatên ewropayê dane.
Amar û daneyên YEyê destnîşan dikin ku serlêdanên vîzeyan herî zêde ji Tirkîyeyê ne.
Li gorî nûçeya ANKAyê Tirkîye di serlêdanên îltîyacaya bo Yekîtîya Ewropayê (YE) da piştî Sûrîye, Afxanistan, Venezuela û Kolombîyayê di rêza pêncemîn da ye.
Li gorî neqilkirina rayedarekî YEyê, sala 2022yan li seranserê cîhanê zêdetirî 7,5 milyon kesan ji bo vîzeya demkî serî li konsolxaneyên YEyê û Schengenê dane.
Li gor amaran, Tirkîye di serlêdanên vîzeyan da di rêza yekem da ye. Piştî Tirkîyeyê Rûsya û Hindistan tê.