Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Heft rojnamevan piştî ku protestoyên li Stenbolê şopandine, ji alîyê polîsên Tirkîyeyê ve hatin desteserkirin. Rojnamevanan protestoyên li dijî girtina Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu şopandibûn.
Rêveberê ajansa Fransî AFP Fabrîce Frîes ji Serokê Karûbarên Îdarî yê Serokomarîyê Hakkı Susmaz re nameyek şand û şermezarî li dijî girtina wênekêşê ajansê Yasîn Akgul dîyar kir. Frîes got ku Akgul tenê karê xwe yê rojnamevanîyê kiriye. Wî daxwaz kir ku Susmaz bi lez têkeve navberê da ku Akgul bê berdan.
Komeleya Lêkolînên Medya û Huqûqê (MLSA) navên rojnamevanên desteserbûyî holê rêz kir:
Tawana li dijî wan "li dijî qanûna civîn û meşên protestoyî" tê nîşandan.
Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkîyeyê (TGS) di daxuyanîya xwe de got ku heft hevkarên wan ên di bin çavan de bûn hatin desteserkirin. TGS da zanîn ku wêneyên di dema protestoyan de hatine kişandin, wek delîl li dijî rojnamevanan hatine bikaranîn.
TGS berteka xwe wiha anî ziman: "Ji ser maseyê ne wêne tên kişandin ne jî nûçe tên çêkirin. Nayê xwestin ku rojnamevanek li paş bimîne û tiştên diqewimin belge bike. Rojnamevan li wê derê ye ku nûçe lê ye."
DİSK Basın İş ragihand ku di 23ê Adarê de li Saraçhaneyê, nûçegihanê rojnameya BirGünê Ebru Çelîk û karmendê wê Denîz Güngor dema ku xwestine protesto şopînin rastî lêdana polîsan hatine.
Li gorî daxuyanîya sendîkayê, polîsan bi pehîn û copan êrîş birine ser van rojnamevanan. Sendîkayê daxwaz kir ku der barê polîsên ku şiddet bikar anîne de zû bi zû doz bê vekirin û gazî dozgeran kir.
Serokê Sazîya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÜK) Ebubekîr Şahîn di 23ê Adarê de di hesabê xwe yê medya civakî de sazîyên weşanê hişyar kirin.
Şahîn got ku divê dezgehên medyayê "ne li nûçeyên alîgir û derew, lê tenê li agahî û daxuyanîyên fermî yên ji rayedaran tên bidin cih."
Wî tehdîd kir ku sazîyên ku li gora qanûnan tevnagerin dê rastî cezayên giran bên, heta ku ev ceza digihêjin betalkirina lîsansan.
Merdan Yanardag, Rêveberê Giştî yê Weşana TELE1ê, îdia kir ku di 22ê Adarê de RTÜKê telefonî wan kiriye û xwestiye ku weşana zindî rawestînin. Yanardag got ku wan tebligata nivîskî xwestiye.
Endamê RTÜK'ê Îlhan Taşçi jî li ser medya civakî diyar kir ku RTÜK bi rêya buroqratên xwe telefonî rêveberîya kanalan kiriye û bi awayekê nayasayî fermana rawestandina weşanên zindî daye. Taşçi got ku rêveberîya RTÜK tehdîd kiriye ku heke bi gotina wan nekin, dê lîsansa wan bê betalkirin.
Şahîn, Serokê RTÜK'ê, di bersiva xwe ya li ser medya civakî de Taşçi bi belavkirina agahîyên şaş (dezenformasyon) tawanbar kir û ji wî pirsî: "Hûn ewqas dijminên sazîya ku hûn endamê wê ne?"
| Nav û Paşnav | Dezgeh |
|---|---|
| Yasîn Akgul | AFP |
| Alî Onur Tosun | NOW TV |
| Bulent Kiliç | Wênekêşê serbixwe |
| Gokhan Kam | Şaredarîya Bakirköyê |
| Hayrî Tunç | Rojnamevanê serbixwe |
| Kurtuluş Ari | Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê |
| Zeynep Kuray | Rojnamevana serbixwe |
Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...