Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Hat ragihandin ku li navçeya Çaldirana Wanê bi pileya 3.6 erdhejek çêbûye.
Serokatiya Rêvebirîya Karesatê û Rewşa Lezgîn (AFAD) a Tirkiyeyê li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku erdhej seat 06:32an û bi hêza 3.6 pile çêbûye.
Hat diyarkirin ku kûrahîya erdhejê 8.42 kîlometre di bin erdê da bûye.
Li gor zanyarîyan erdhej nebûye sedema ti zererekê.
Di 6ê Sibatê da li Mereşê bi pileya 7.6 û 7.7 du erdhêj pêk hatibûn. Erdhejê bandor li 11 bajaran kiribû û bi giştî 50 hezar zêdetir mirovan canê xwe ji dest dabûn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...