42 piştgir, 2042 xwendevan û 219 abone - #MeTuHeyî - Malî ava
Botan Tîmesê 18ê meha Gulanê dîsa dest bi weşanê kir. Me vê carê arşîva xwe ya ku ji 3000+ nivîs
Li Belçîkayê ji alîyê Serokwezîr Alexander De Croo ve "giştînameyek exlaqî û sîyasî" hate amadekirin.
Bi wê giştînameyê dê endamên kabîneyê nikaribin biryarên hikûmeta fedaral bi awayeka eşkere rexne bikin.
Giştîname ji aliyê lijneya wezîran ve jî hate erêkirin. Giştîname, piştî rexneyên tund yên alîkara Serokwezîr û endama Partîya Çep a Kesk Petra De Sutterê ket rojevê.

Petra De Sutterê, Peymana Koçberan ya Ewropayê û Zagona Vegerandina Xwezaya Ewropayê ya Serokwezîr De Crooyî bi tundî rexne kiribû.
Piştî rexneyên tund yên alîkara serokwezîr, hikûmet ji bo rê li ber dengên şikestî yên di nava kabîneyê da bigire ev giştîyename xistîyê merîyetê.
Li welêt ji bo hilbijartinên giştî salek kêmtir maye. Serokwezîr De Croo dixwaze beriya hilbijartinên giştî yên sala bê, wezîran ji nîqaşên li ber civakê dûr bixe.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...