Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Rayedarên tenduristîyê yên Xezeyê ragihandine ku di êrîşên Îsraîlî yên 24 saetên dawîyê de 70 kes mirine. Tevî destpêkirina gotûbêjên agirbesta piştî sê mehan, êrîşên li bakurê Xezeyê berdewam in.
Li bakurê Tel Avîvê, li Ramat Haşaronê kamyonekê êrîşî rawestgeha otobusan kiriye. Di encamê de kesek miriye û 29 kes birîndar bûne. Polîsên Îsraîlî hê sedema êrîşê eşkere nekirine. Hamasê û Cîhada Îslamî pesnê bûyerê dane lê berpirsiyarî negirtine ser xwe.
Artêşa Îsraîlê ji nexweşxaneya Kemal Edwanê vegeriyaye. Ev nexweşxane ji sê nexweşxaneyên herêmê yên tê şixulandin e. Li gor karmendên nexweşxaneyê, gelek karmendên tenduristîyê û nexweş hatine desteser kirin.
Li Beyt Lahyayê di êrîşekê de 40 kes mirine. Li Cebaliyayê di êrîşa li ser xanîyan de 20 kes û li kampeka Şatiyê 11 kes mirine. Ev hejmar ji alîyê ajansa Wefayê ve hatine ragihandin.
Serokê Mossadê David Barnea dê biçe Qeterê ji bo gotûbêjên agirbestê û azadkirina dîlan. Piştî mirina Îsmaîl Heniyeyê gotûbêj sekinî bûn. Niho hewldanên nû tên kirin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...