Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve li ser hev 38 hezar û 295 kes mirin û 88 hezar û 241 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, encamên êrîşên Îsraîlê yên 278 rojan aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya wan a nivîskî, Artêşa Îsraîlê di 24 saetan de li herêmên cûda yên Xezeyê êriş pêkanîne. Di encama van êrişan de 52 filistînî kuştin û 208 kes jî birîndar kirin.
Wezaretê diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve heta niha 38 hezar û 295 kes mirine û 88 hezar û 241 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê destnîşan kir ku hê li bin xirbeyan û li ber rêyan gelek mirî hene, lê ji ber hêzên ewlehiyê yên îsraîlî nahêlin, tîmên tenduristiyê û yên parastina sivîlan, nikarin xwe bigihînin cenazeyan.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...