Li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê ji bo beşa Ziman û Çanda Kurdî bernameya Doktorayê vebûye

Li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê ji bo beşa Ziman û Çanda Kurdî bernameya Doktorayê vebûye
210720211143412106059

Li gor agahîyên me ji akademîsyenên beşa Ziman û Edebîyat Kurdî - Ziman û Çanda Kurdî yên Zaningeha Artukluyê standî bi biryara ku îro ji YOKê bo enstîtuyê re hatî dê Beşa Doktorayê ya Ziman û Çanda Kurdî vebe.

Hate zanîn ku berî demekê zaningehê bi biryara Enstîtuyê serî li YOKê daye ku beşa doktorayê ya beşa Ziman û Çanda kurdî vebe. Îro (16.04.2022) jî ji teref YOKê bersiveka erênî ji bo vekirina bernameya asta doktorayê hatiye. Ku YÖK "Lijneya Bilind a Perwerdeyê" ya Tirkîyeyê ye û di derbarê perwerdeya bilin de her raye di destê vê lijneyê de ye.

Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî yekem car di sala 2010an de li Zaningeha Artukluyê ya Mêrdînê vebûbû. Heta niha di bin banê Fakulteya Edebîyatê de bernameya lîsansê ya Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî hebû û di bin banê Enstîtûya Zimanên zindî de jî bernameya lîsansa bilind ya Ziman û Çanda Kurdî hebû. Bi vê biryara îro êdî dê bernameya Doktorayê jî ji bo heman beşê hebe.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.