Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew
Lîsteya fermî ya namzetên Serokomariyê ya Lijneya Bilind a Hilbijartinan di Rojnameya Fermî da hatiye belavkirin.
Biryara lîsteya namzetan a Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya têkildarî hilbijartina serokomariyê di Rojnameya Fermî da hatiye weşandin.
Li gorî biryarê; di hilbijartinên 14ê Gulanê de namzetên ku wê hevrikiyê bikin ev in:
Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce, Recep Tayyîp Erdogan û Sînan Ogan.
Di biryarê da dîroka jidayikbûna namzetan û agahiyên zanîngehên ku qedandine jî cih girtiye.
Li gor biryareke din ya YSKê; Di Hilbijartina Serokomariyê ya 14ê Gulanê da namzed dê bikaribin ji bo berhevkirina alîkariyan hesabekî dovîzan vekin.
bîanetkurdî
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...