Lîstika 'Li Dêrê Zargotin' dê li Amedê derkeve ser dikê

Share
Lîstika 'Li Dêrê Zargotin' dê li Amedê derkeve ser dikê
Ekran-Resmi-2023-06-14-15.16.52

Lîstika şanoyê ya Li Dêrê Zargotin dê li Amedê bê lîstin.

Şanoname û Derhênerîyê lîstikê dê Çetoyê Zêdo bike û lîstikvan Kerem Qoserî, Tugba Erkek, Turan Îlhan, Servet Demirel, Mustafa Temel û Volkan Kaçira jî bilîzin.

Bername dê 17ê Hezîranê seat 19.30an li Şanoya Bajêr a Amedê pêk bê.

Şanoya Bajêr a Amedê di sala 1990an da ji alîyê Şaredarîya Amedê ve hat avakirin. Şanoya Bajêr heta sala 2003yan ji ber astengîyên siyasî yên li pêşîya zimanê Kurdî lîstikên xwe bi tirkî lîst.

Piştî sala 2009an koma şanoyê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî derket pêşberî şanohezan.

Di Mijdara 2016an da qeyum tayînê şaredarîyê hate kirin û peymana hemû şanogeran hate betalkirin.

Pîştî wê şanogeran di Sibata 2017yan da hatin gel hev û Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin û bi şanohezan re hatin li gel hev.

Read more