LiteraKurd Mala Wêjeyê dê li Sûra Amedê vebe

Share
LiteraKurd Mala Wêjeyê dê li Sûra Amedê vebe
literakurd

Serdar Şengül û Mehmet Dicle wê bi bernameya "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat"ê beşdar bibin

06/04/2025

LiteraKurd Mala Wêjeyê, dê di 6ê Nîsana 2025an de li Sûra Amedê deriyê xwe ji hezkiriyên edebiyatê re veke. Bi minasebeta vekirinê wê Serdar Şengül û Mehmet Dicle bi bernameya "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat"ê xêrhatina mêvanan bikin û piştî bernameyê jî wê Kokteyla Vekirinê hebe.

Malên Wêjeyê li bajarên dinyayê di pêşketin û danasîna edebiyat, bajar û neteweyan de roleke sereke pêk tînin. LiteraKurd jî bi mebesta ku bibe navenda ziman û wêjeya kurdî, wê bi çalakiyên edebî rengê kurdî li bajêr geş bike. Herwiha deriyên bajêr ji edebiyatên dinyayê re veke û edebiyata kurdî bi edebiyatên dinyayê re têkildar bike.

Armancên malê

Edebiyata kurdî ya ku bi sînorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye dixwaze bigihîne hev. Nivîskar û xwînerên kurdî bîne cem hev û bi atolye û kursên nivîsê edebiyata nûjen geş bike.

Bîra me ya ku bi gelek sedeman belavbûyî, nêt ew e ku bi tevgereke kolektîf bîne cem hev. Herwiha nivîskarên kurd û nivîskarên dinyayê bike mêvan û wan û xwîneran bîne cem hev.

LiteraKurd encama fikir û keda gelek nivîskar û rewşenbirên Kurd e.

Çavkanî: Botan Times

Read more