Pêşangeha wêneyan ya “Çîrokên Mezopotamyayê” li Amedê vebûye
Pêşangeha wêneyan ya “Çîrokên Mezopotamyayê” bi hevkarîya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê û Kolektîfa 4RO Photosê vebûye. Ev pêşangeh li
Jîyan ji mûyekê ziravtir e û em nizanin ka ev mû çi wext diqete. Di 17ê Gulanê de serê sibehê gava min xwast ez ji malîyan ra ji firinê nan bikirrim, hindik mabû ev mûyê min bi heyatê va girê dide, biqete.
Hema çere ez li bisîkleta xwe siwar bûm, tekerê pêşîyê bi şûn va vegerîya, bisîkleta min ket û ez jî bi wê hewlê, mîna ku deh kes min ber bi pêş biavêjin, bi ser bisîkletê da devarû ketim.
Nizanim ji ber kîjan refleksê bû, devê min vekirîbû û bi wê hewla giran, bi devê vekirî ez bi ser dîreksîyona bisîkletê da ketim û dîreksîyonê mîna qazixekî xwe di qirika min da kuta. Terîf têra wê êşê nake! Mecazek? Min hê peyda nekiriye mecazek.
Ez wê gavê tenê qêrîyam û min alîkarî xwest. Karkereke firinê û mişterîyek hatin hawara min, av dan min, ez dam rûniştinê û telefonî ambulansê kirin. Lê xwêdan di ser min da dibarîya. Tayê mirinê bi min ketibû.
Ji ber ku min telefona xwe li malê hiştibû, ez li wê difikirîm ku ez ê bimirim bêyî ku dengê xwe bigihînim kesekî ji malê. Mirin çi tiştekî ecêb bû: Bêyî xatirxwestinekê meriv bi ebedî dişemite ji hebûnê.
Min tenê numara telefona xwe ji ber dizanîbû, ew jî li malê bû. Çi dewreke ecêb e? Berê, min bi dehan numarayên telefonan ji ber dizanîbûn. Lê niha?
Jinika nanfiroş çend caranli telefona min xist, lê kesên li malê cewab nedan. Ambulans hat, gotin em te dibin filan nexweşxanê. Bi rê da cardin telefon kirin, lê dîsa kesî cewab neda. Bi qeyda deng gotin ”Bavê we qeza kiriye, em bi ambulansê wî dibin filan nexweşxaneyî.”
Ez di şûna malbata xwe da jî ketim tayê: Xebera nebixêr û nekifş gelo wan dike çi halî? Êşa min her diçû zêdetir dibû. Mirin çiqas zû hatibû.
Li nexweşxaneyê ezabê mezin dest pê kir. Ji bo ku bizanibin ka histu û navmilê min şkestîye yan na, fîlm kişandin. Lê sê saetan bêyî kesî bihêlin li cem min, ez wisa li odeyê li ser sedyekê hiştim. Gava bêçaretî, êş û tenêtî tev li hev dibin, dem îdî sedî sed îzafîyeta xwe îsbat dike. Sanîyeyek îdî ne sanîyeyek e, emr e, emrek e ku di kêlîyên kurt û kin da kom dibe.
Dû ra hemşîreyek hat; ew xeleka li histuyê min alandibûn, bilind kir, avêt çopê û çû. Ez li wê bêînsafbûnê heyret mam. Meriv çawa dikare di nexweşxaneyekê da bixebite û wisa bêhîs û bêînsaf be? Berîya ku derkeve, min jê ra got; nexwe şkestin tune? Got, na, tune şkestin.
Bîna min hinekî hat ber min, lê êşên min bê hed û hesab bûn. Piştî nîv saetekê hemşîreyê ji min ra got, derkeve ber derî, emê mektûbekê bidin û te taburcî bikin. Ev êş û taburcî?
Li ber derî ez xayîs bûm, min dît ku xanim û zarokên min li ber derî ne. Wan alî min kirin, ez li ser kursîyekî dam rûniştinê. Bra û dêya min jî hatin.
Gava ez wisa bi ser kursî da ketim, brayê min li derîyê doktoran xist. Doktor dîsa bi cidîyeta êşa min ra eleqedar nebû. Ez girtim odeyekê û mektûb da destê min û got, tiştekî te tune.
Wê gavê min hêvî kir ku brayê min bikaribe li hember doktor û nexweşxaneyê hêrsa xwe kontrol bike. Gava empatî, însanbûn, însaf bi doktoran ra nema, wê demê meriv xwe tenê bêçare hîs dike.
Me dît, li vê nexweşxaneyê îdî çare tune, min got, min bibin malê. Nexweşxaneyê him ez tedawî nekirim, him bi saetan ezîyet bi min da kişandin û him jî hêvîya min kuşt, ku ez biwêrim herim nexweşxaneyeke din.
Ez li erebeyê siwar bûm. Ji ber ku her cîyê mi diêşiya, min ji brayê xwe ra got, erebê hêdî biajo. Mîna ku histu û navmila min felç bûbe, min nikarîbû xwe tev bidim. Îdî daqurtandin jî li min ezîyet bû. Êşa man û nemanê, êşa mirin û mayînê çiqas giran e.
Me xwe gihand malê. Ez dicemidîm, dicirifîm. Zarokan sobe vêxistin û ez di nav orxan û betanîyan da bi cî kirim lê nefes jî ji bo min ezîyet bû îdî. Her daqurtandinek lêxistina şivekê bû di qirika min da. Bêhna xwînê xwe di qirikê da berdida jêrê. Mal bû mala şînê. Girî û endîşeyê, barê min, êşa min girantir dikir.
Ji ber êşa giran roja din em çûn nexweşxaneyeke din. Piştî em hinekî sekinîn, min got: Êşên min zêde ne, gelo hûn dikarin hinekî zû li min mêze bikin.. Hemşîreyê ji doktor ra got, tu li wî mêze bike, karê te yê mayî ez ê bikim. Bi vê hesasîyetê ez gelek şa bûm.
Doktor, gava li qirika min mêze kir, got xisar jî, talûke jî zêde ye. Gazî ser-doktor kir. Wî jî lê nihêrî. Wan hema derhal dest bi tedawîyê kirin. Antîbîyotîk dan min, ez li odeyekê bi cî kirim, xwarin û vexwarin ji min birrîn. Gotin, di qirikê da birîneke mezin heye, em nizanin çi ye, loma divê xwarin û vexwarin tune be.
Roja din gotin, em xortimekê di qirika te da berdidin mideyê te û pê ra jî li birîna te mêze bikin. 19ê Gulanê, ber bi êvarê ez girtim emelîyatê. Narkoz li min xistin û ez ji xwe çûm.
Gava brayê min destê xwe da ser min û got ”Mamoste, ez li vir im, Ercan û Baran jî li derva ne” ez ji wê kabûsê xilas bûm. Dest û nigên min bi nivînan va girê dabûn. Ez pirr şa bûm, ku yek ji malê hatîye, li Intensivstationê, bi Tirkî yoxun baximê, destê min digre û min ji kabûsa bi narkozê ra ketiye qirika min, xilas dike.

Saw ji ser min rabûbû. Nîvê şevê bû. Min ji doktor ra got, dest û nigên min ji kelepçeyê derxe, îdî ez hatime ser hemdê xwe. Wî qebul nekir. Got, tu zirarê didî me, di her cîyê te da xortim û derzî hene û tu yê wan bikişînî. Min jê ra got: Binihêre, ez tercûmanê Rike me û vê saetê dikarim ji te ra şiîran bixwînim! Îdî bi ser hemdê xwe da hatime! Dikarim ji te ra şiîran bixwînim. Lê bi hemdê xwe min ji xwe ra got: Evdila, niha Rîlke çi eleqe, çi eleqe Rilke.
Di heyata xwe da cara ewil bû, li yoxun baximê bûm. Deng, bîn, atmosfer pirr ecêb bû. Hetanî serê sibehê min zor deyax kir. Gava bû sibeh şiîreke Rilke li ser zimanê bû:
ne mecbûr î fehm bikî heyatê tu
ne mecbûr î fehm bikî heyatê..
Abdullah Încekan
Nota Botan Timesê: Em bi vê mektûbê li rewşa cenabê Dr. Abdullah Încekan hesiyan. Ji bo nivîskar û zimanzanê welatê xwe em silametiyê dixwazin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...