Mem Ararat dê li Amedê konsertekê pêk bîne
Hunermendê kurd Mem Ararat dê li Amedê konsertekê pêk bîne.
Ararat, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ji bo konsertê bang li guhdarên xwe kir.
Em amade ne bo stranên xwe bêjin li gel dostên xwe. Bi hêviya hevdîtinê dostno.
Mem Ararat
Konsert dê 8ê Tîrmehê li Salona Sergirtîyê ya Seyrantepeyê (Seyrantepe Kapalı Spor Salonu) pêk were.
Mem Ararat kî ye?
Hunermendê kurd Mem Ararat sala 1981an li gundê Girkê Şêxê, li Qosera Mêrdînê hatîye dinyayê.
Mem Ararat di heft salî xwe da ji ber rewşa aborî bi malbata xwe ra ji Mêrdînê koçî bajarên rojavayê Tirkîyeyê kirine. Ew di sala 1991ê da vedigerin gundê xwe, lê belê vê carê jî ji ber rewşa sîyasî tevî malbata xwe ji gundî koç kirine.
Hunermedê kurd ji ber şertên aborî û jîyana koçberîyê, bi tenê dibistana seretayî xwendîye.
Mem Ararat, ji zaroktiya xwe ve, bi muzîkê ra eleqedar bûye, lê belê ji ber derfet û îmkanên xirab wî dereng, sala 2013an, dest bi muzîkê kiriye. Di dawîya heman salê da bi handana hevalên xwe, albûma xwe ya Quling, Ewr û Baranê belav kir.
Wî 5 album; Quling Ewr û Baran (2014), Kurdîka (2016), Xewna Bajarekî (2018), Niştiman (2019), Pesna Evînê (2020) derxistine.
