National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Mem û Zîn a Ehmedê Xaniyê di çarçoveyê Festevala May (Gulanê) a şanoyê da wekî opera hate pêşkêşkirin.
Cem Idiz û Cuma Boynukara ew opera amade kirine. Opera Li Şanoya bajarê Wiesbaden a Almanyayê hat lidarxistin.
Derhênerê Şanoyê yê Kurd Alman Îhsan Osman ji bo operayê berheviya vê berhemê kirye.
Her sal bêhtirî 100 hezar kes beşdarî Festîvala Navdewletî ya Gulanê ya li eyaleta Hessen a Almanyayê dibin.
Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, şahesereke wêjeya Kurdî ye, ku weke Romeo û Julieta Kurdan tê naskirin, yek ji destanên herî mezin ên Kurdî ye di dîrokê da û berî bêhtirî 300 salan hatiye nivîsandin.
Gelek lêkolîn û şîrove li ser wê destanê hatine kirin û ji bo ser gelek zimanan hatiye wergerandin, lê cara yekemîn ew destana Kurdî dibe Opera û dê li Almanyayê were pêşkêşkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...