Genç Dengbêj Yusuf Aydın: “Dengbêjlik Canlı Bir Arşivciliktir”
Dengbêjlik denildiğinde akla genellikle üzerinde geleneksel şal û şapik kıyafeti ve elinde tespihi olan yaşlı bir figür gelir. Ancak genç
Çeteleya jinan ku ji alîyê mêran ve şîdet, tacîz û tecawizan dîtine, hatiye weşandin.
Li gorî nûçeya bianetê ku ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û neteweyî kom kirine; mêran di meha Adarê da bi kêmanî 23 jin û 4 zarokan kuştine.
Di meha Adarê da mêran herî kêm li 66 jinan tundî kirine. Wan herî kêm 14 zarokên keç îstismar kirine, û di nav wan da zarokên kur jî hene.
Mêran herî kêm du jinan tacîz kirine û 102 jinan jî neçarî karkerîya seksê kirine.
Mêran ji destpêka sala 2023an ve di meha Çilê da 11 û di meha Sibatê da jî 31 jinan kuştibûn.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...