"Meşa Kîso" ya Selahattin Bulut derketiye

"Meşa Kîso" ya Selahattin Bulut derketiye
Meşa Kiso

Pirtûka "Meşa Kîso: Çîroka Medya Kitabevi" ya Selahattin Bulutî derketiye. Selahattîn Bulut yek ji nivîskarên Botan Timesê ye jî.

Nivîskar di pirtûkê de behsa serhatîyên xwe yên salên 90î li Stenbolê û avakirina Medya Kitabevîyê dike ku bûye maleka girîng ji bo weşangerîya kurdî.

Nivîskar têkoşîna çandî tîne zimên

Bulut di pirtûka xwe de behsa astengên li pêşîya weşangerîya kurdî dike. Kitêbçîyên wê demê ji tirsa nedixwestin kitêbên kurdî li ber çavan bin û ew di refikên paşîn de vedişartin.

Avahîya mala kurdî ya çandî

Nivîskar destnîşan dike ku armanca wî avakirina cihekê taybet ji bo pirtûk, band û kovarên kurdî bû. Wî dixwest hemû weşanên kurdî û yên li ser kurdan bibin xwedî cihê xwe yê layiq û li ber çavan bin.

Belgenameyeka dîrokî

"Meşa Kîso" şahidîya serdemeka girîng a weşangerîya kurdî dide. Ev pirtûk ronahîyê dide ser têkoşîna çandî û zimanî ya kurdan di salên 90î de li Tirkîyeyê.

Çavkanî: Weşanxaneya Avestayê

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.