Genç Dengbêj Yusuf Aydın: “Dengbêjlik Canlı Bir Arşivciliktir”
Dengbêjlik denildiğinde akla genellikle üzerinde geleneksel şal û şapik kıyafeti ve elinde tespihi olan yaşlı bir figür gelir. Ancak genç
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo hin hevdîtinan hate Enqereyê û bi serokkomar Recep Tayîp Erdogan ra civîya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê da daxuyanîyek belav kir û dîyar kir ku Barzanî bi wesîleya serkeftina di hilbijartinan da Erdogan pîroz kirîye û hêvîya serkeftinê ji hikûmeta nû ya Tirkîyeyê ra xwestîye.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan jî di civînê da amade bû û alîyan rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina peywendîyên Kurdistan û Tirkîyeyê gotûbêj kirine.
Hat dîyarkirin ku her du alîyan li ser giringîya xurtkirina peywendîyan û berfirehkirina derfetên hevkarîyê yên aborî û bazirganîyê li hev kirine.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...