Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be
Carinan dema mirov kitêbekê diqedîne tiştê di bîra mirov de dimîne ne ew ên vegêrandî ne, bes ew ên îmakirî
Dadgeha Utrechtê biryar daye ku Yilmaz Ç. yê 52 salî piştî temamkirina cezayê xwe dê ji Hollandayê bê derxistin. Welatîyê tirk sala borî bi mebesta çûna girtîgehê bi zanebûn li jineka 73 salî xistibû.
Dadgehê, cezayê 12 salan ê girtîgehê daye Yilmaz Ç. Piştî temamkirina vî cezayî, ew dê ji bo Tirkiyeyê bê şandin û 10 salan nikare were Hollandayê.
Li gorî belgeyên dadgehê, Yilmaz Ç. ji bo ku ji îmkanên civakî yên dewleta Hollandayê sûd werbigire, bi zanebûn ev sûc kiriye. Di îfadeya xwe de gotiye: "Min biryar da ku herim girtîgehê, çimkî dewlet dê li wê derê li min binêre."
Berê jî di sala 2002an de ji ber kuştinê 12 sal û di sala 2018an de ji ber êrîşê 14 meh ceza girtibû. Destûra wî ya rûniştinê di sala 2021ê de hatibû betalkirin.
Jina 73 salî ya ku bûye mexdûra vê bûyerê, hîn jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Kurê wê Ralph de Backer, ji RTV Utrechtê re gotiye ku ew bi biryara derxistina Yilmaz Ç. ji welêt dilxweş in.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...