Muzîsyen Serdar Canan dê li Japonyayê 4 konsertan pêşkêş bike

Share
Muzîsyen Serdar Canan dê li Japonyayê 4 konsertan pêşkêş bike
serdar canan

Muzîsyen Serdar Canan dê li Japonyayê 4 konsertan pêşkêş bike.

Muzîsyen û etnomuzîkolog Serdar Canan dê meha cotmehê li çar bajarên cûda yên Japonyayê konsertan pêşkêşî guhdarên xwe bike.

Canan li ser hesêba xwe ya Xê (Twitterê) ragihand ku ew dê konsertan li bajarên Saîtama, Kyoto, Osaka û Hîroşîmayê pêk bînin.

Serdar Canan sala 2022yan jî di çarçovey projeya "Welat" da, li çendîn zankoyên li Japonyayê derbarê çand û muzîka kurdî da semînar û konsert peşkêş kiribûn.

Serdar Canan kî ye?

Sala 1986an li Colemêrgê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Mimar Sinanê lîsans û mastera xwe qedandiye û teza xwe ya masterê ya bi navê "Reqsên Gelêrî Yên Gerdîşî Li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendiyên Wan Yên Mûzîkê" pêşkêş kiriye. Li çendîn bajaran karê berhevkariya dengêbjiyê kiriye. Sala 2019an û ber wekî lîstikvan tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê Toscayê bû. Li vê operayê de wekî bi navê Sagrestano/Zangoç cih girt. Sala 2022yan ji bo projeya "Welat" zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin. Di heman demê de li 8 zanîngehên Japonî yên cuda konferans û konser pêk anîn. Li çendîn saziyên kulturî dersên nefes û dîksîyona kurdî dane. Berdewam li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û berhevkariyê dike.

Read more