Namzetê YSPyê ê Amedê : Em ê bikin 12-0

Namzetê YSPyê ê Amedê : Em ê bikin 12-0
Yeşil Sol partî - Bariş -songul

Namzetên parlementerîyê yên Partîya Çepên Kesk (YSP)ên Amedê Sorgul Aytek Avşar û Dr. Azad Bariş bi rojnamegeran ra hatin gel hev.

Azad Barişî Ezîdî ye û ji rêza 10an li Amedê namzet ê. Songul Aytek jî ji rêza 10an namzeta parlementeriyê ye.

Li gor Azad Barişî rêz ji bo wan ne xem e ji ber ku ew ê li Amedê 12 wekîlan bi dest bixin.

Barişî got, "Ez ji mileteke nîvço mayî me. Xelkê Amedê jî ez hemêz kirim."

Civîna ku Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahîn û Hevseroka HDPyê ya Amedê Gulîstan Atasoy jî tevlî bûn operasyona roja duşemê pêk hat û ji 100an zêdetir kes hatin desteserkirin jî bi tundî hate rexnekirin.

Gulîstan Atasoy dibêje Îktîdar ji bo rastîyê veşêre rojnamegeran girtina bin çavan. Bi operasyonên hatin kirin dîyar bû ku hikûmet dê biçe.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahînî jî got, "Em bawer in li Amedê em ê bikin 12-0, em ê hemû wekîlan bi dest bixin. Dema hilbijartin bi dawî bûn  em  ê kêfxweşiyek mezin bijîn."

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.