B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Nîsk Hunerê îro Duşemê ji Twitterê ragihand ku bilêtên bo promîyera Seyrana Li Çeperê nemane.
Seyrana Li Çeperê dê di 4ê Rêbendanê li Yenî Sahne ya Batmanê promîyera xwe bilîze.
Afîşa şanoyê raber dike ku şanogerên Nîsk Hunerê dê Seyrana Li Çeperê ya Fernando Arrabal bi wergera Aydin Rengîn bilîzin.
Lîstikvanên Seyrana Li Çeperê, Denîz Ozer, Gulan Mizgîn, Habîb Çelîk, Şîrvan Yelboga û Bahoz Ozsunar in.
Bo vê şanoyê, Nazmî Karaman derhênerî kiriye û Egît Firat jî derhênerê hunerê ye.
Muzîkên şanoyê jî Gokçe Selîm hazir kirine ku ew bi karên xwe yên li Sîya Şevê jî tê naskirin.
Hêjayî bîrxistinê ye, şanogerên ku li dora Nîsk Hunerê kom bûne, bi rêzefîlmên Îşev û Migooyê jî di rojeva hunerhezan de ne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...