Nivîskar Burhan Sönmez Xelata Hemingway standiye

Nivîskar Burhan Sönmez Xelata Hemingway standiye

Juriya Xelata Hemingway li Îtalyayê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku Burhan Sönmez wekî “Şahidê Dema Me” hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Dîroka vê xelata navneteweyî ji serdaneke Ernest Hemingway bo bajarê Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê dest pê dike. Hemingway bi mîmarê plana bajêr Marcello D'Olivo re hevaltî kir li wî bajarî. D'Olivo ji Hemingway xwest ku cihekî li ser nexşeyê hilbijêre, û got ku cihê bijartî dê aîdî wî be. Ew cih paşê wekî Parka Hemingway hate pêşxistin. Xelata Hemingway di sala 1984an de wekî berdewamiya wê mîratê hate damezrandin. 

Xelat, di bin kategoriyên Wêje, Rêwîtiya Rewşenbîrî, Fotokêşî û Şahidiya Dema Me de tê dayîn. Zanyar û nivîskarên wekî Slavoj Zizek, Zygmunt Bauman, Richard Sennett, David Grossman, Zadie Smith û Annie Ernaux ev xelat wergirtin. 

Burhan Sönmez dê di 27ê Hezîranê de, roja merasîma xelatdayînê, biçe Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê, da ku gotarekê li ser "Wateya Şahidbûna Dema Me" pêşkêş bike. 

Piştî ragihandina xelatê, Burhan Sönmez diyar kir ku ew vê xelatê “bi navênkesên ku ji bo azadî û aştiyê têkoşiyane, bi taybetî ji bo Dayikên Şemiyê”vedigire.

*

Burhan Sönmez, serokê navneteweyî yê PEN International û endamêakademîk li Zanîngeha Cambridge ye. Romanên wî bo çil û heşt zimanan hatine wergerandin û xelatên wekî Xelata Hemingway, Xelata Vaclav Havel, Xelata Wêjeyê ya EBRD û Xelata Romanê ya Orhan Kemal wergirtine. Piştî ku ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû, demekê wekî parêzer xebitî, dû re ji ber sedemên siyasî neçar ma ku biçe Îngilîstanê. Sönmez di bernameyên cûrbecûr de wekî endamê juriyê xebitî, di nav de Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê, Xelata Inge Feltrinelli û Xelata Hrant Dink. Wîji bo çapemeniyê wekî La Repubblica, Der Spiegel û The Guardian gotar nivîsand. Wî li ODTÜ dersên wêjeyê da. Piştî nivîsandina pênc romanan bi Tirkî, wî bi romana Evîndarên Franz K. dest bi nivîsandina bi Kurdî kir.

Çavkanî: www.burhansonmez.com wêne: Avesta

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.