National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Mutlu Can îsal berhemeka bi navê “Bi KESA Roj bi Roje Kirmanckî (Zazakî)/KESA ile Günbegün Kırmancca (Zazaca)” çap û belav kiribû.
Nivîskar Mutlu Can dê 6ê Gulanê li Medya Kitabevîyê berhemên xwe îmze bike.
Berhema KESA ji bo fêrbûna zaravayê Kirmanckî/Zazakî hatiye amadekirin.
Mamosteyê zimanê Kurdî Mutlu Can di serî da ev xebata xwe, ji 17ê Nîsana sala 2020an ve li ser platformên Facebook û Instagramê meşandiye. Dûre xwestiye ku bi aweyekî çapkirî jî belav bike.
Herdu cîldên KESAyê giştî ji 512 rupelan pêk tên û bi teknîkên herî pêşketî hatine çêkirin.
Her wiha hêjayê gotinê ye ku ev xebata mamosteyî hêj jî li ser platformên dijîtal berdewam dike û rojane naverokên cur be cur dertên.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...