National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Xelata Zêrîn a Bileyê ku li ser navê Îbrahîm Ehmed tê dayîn, li Başurê Kurdistanê û li derve ji gelek kesan re hate pêşkêşkirin.
Merasîma xelatdayînê ya 2023yan li bajarê Silêmanîyê ya Başurê Kurdîstanê hat lidarxistin.
Ako Celîliyanê ku nivîskar û lêkolînerê xelkê parêzgeha Kirmaşanê Rojhilatê Kurdistanê ye ji ber xebatên xwe yên li ser edebîyata kurdî şayanê xelatê hat dîtin.
Nivîskarê Rojhilatî Celîliyan, yekem romana kurdîya kelhorî ya bi navê “Agir Melûç” nivîsandiye û bi 4 cîldan ferhenga kurdî amade kiriye.
Beşek ji berhemên Ako Celîliyan wiha ne:
- Ferhenga Başûr (45 hezar peyvên Kurdî di nav xwe da dihewîne, li navçeyên Kirmaşan, Îlam û Loristanê hatine berhevkirin.)
- Rengname (Koma çîrokan)
- Agir Meluç ( romaneka bi devoka Kirmaşanê ye)
- Zerîne û Sîmîne
- Tarîxane
- Gencîneya devoka Îranîyan
- Ensîklupedîya Kurdîka
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...