Nivîskarîya Hesenê Metê dê bê gotûbêjkirin

Share
Nivîskarîya Hesenê Metê dê bê gotûbêjkirin
Ji bo malpera nû

Edebîyat û nivîskarîya Hesenê Metê dê li Amedê bê gotûbêjkirin ji terefê sê kesan ve bi serenavê "Divê Tu Binivîsî".

Di vê bername/gotubêjê da akademîsyen û nivîskar Ramazan Alan, akademîsyen Zülküf Ergün û nivîskar Înan Eroglu dê bi mijarên cuda, li ser nivîskarîya Hesenê Metê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Ramazan Alan dê li ser mijara "Berîya Navê Nivîskar Metna Wî" biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.

Zülküf Ergün dê li ser mijara "Hilweşangerî di berhemên Hesenê Metê de" biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.

Înan Eroglu dê li ser mijara "Edebiyat, Estetîk û Siyaset: Tofan û Deftera Sor a Hesenê Metê" biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.

Ev gotûbêj/bername dê bi moderatorîya Fexrîye Adsay û bi pêşkêşîya Semih Yıldızê bi rê ve biçe.

Bername li Amedê, 26ê Cotmehê saet 14:00an li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê ye.

Resim

Read more