B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk çiqas mezin e? Çaresîyên heyî çi ne? Xeletîyên heyî yên çareserîyê çi ne?
Wextê mirov pirsgirêkê pênase dike, gelek giring e ku mirov bi hûrgilû bifikire, li ser yek xalê hûr bibe û pirsgireke dabeş bike û bi rê ve bibe.
Ev çareserîyeka pêkan e? Gelo aktorên din hene ku heman çareserî di beşên cuda da bikar anîne? Astengîyên muhtemel çi ne?
Wexta ku çareseriya pirsgirêkan tê pêşvebirin, herçiqas armanc mezin be jî, divê mirov bi pêngavên piçûk dest pê bike û bi awayekî spesîfîk nêzîkî çareseriyan bibe. Ev yek dê serederiyê li gel pirsgirêkan hêsantir bike.
Zehf giring e ku mirov projeyê li gor girseya xwe ya hedefkirî saz bike! Divê ji bo berhema dê bê pêşvebirin analîzek baş ya girseya hedefkirî bê kirin û potansîyela pewîstîyê bê dîyarkirin.
Dema hûn girseya xwe ya hedefkirî dîyar dikin û projeya xwe li gor wan saz dikin, xwe ji dudiliyên xwe dûr bixin.
Budçe li gor pêwistîyên projeyê tê dîyarkirin. Lê belê, proje dikare li gor budçeyê were sererastikirin.
Dema plana budçeye tê kirin, giring e ku mirov bi hûrgilî bifikire, bi berpirsiyarî tevbigere û ji bo her qelemeka budçeyê çima+li ku derê bê bikaranîn bi zelalî behs bike.
Wergera ji Tirkî Yonca Sarsilmaz
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...