Ozdag: Ha tu dewletê bidî destê Alî ha tu cîgerê emanetî pisikekê bikî, ferq tune

Share
Ozdag: Ha tu dewletê bidî destê Alî ha tu cîgerê emanetî pisikekê bikî, ferq tune
IMG_5A73328E62E6-1

Serokê Zafer Partîsîyê Umît Ozdag ser gotinên Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan yên derbarê azadîya dîn û bawerîyan bertek nîşan da.

Babacan û hesabên Partîya DEVAyê îro Duşemê ser azadîya dîn û bawerîyan, perwerdekirina wezîfedarên dînî, vekirina mektebên wan gotibû ku ewê hemî astengîyan rakin.

Ozdag li ser twîteke Partîya DEVA, ‘’Ha tu dewletê bidî destê Alî ha tu cîgerê emanetî pisikekê bikî, ferq tune’’ nivîsî.

Zafer Partîsî û serokê wê Ozdag bi gotinên xwe yên dijî koçberên ji Sûrîyê di rojeva sîyasî ya Tirkîyê de ne.

Li meclîsa Tirkîyê ya bi 600 kursî, 1 wekîlê Zafer Partisiyê heye.

Foto: Twitter, @umitozdag, SS

Read more