Pall Weşan dê çalakîya 'Civatên Pallê' pêk bîne

Share
Pall Weşan dê çalakîya 'Civatên Pallê' pêk bîne
Selahattin Bulut (1)

Pall Weşan dê di çarçoveya çalakiyên xwe yên edebî û hunerî da çalakîya 'Civatên Pallê 4' li dar bixe.

Bernameya Weşanên Pallê dê ji gotûbêj û konsertekê pêk bê. Di bernameyê da nivîskar Lokman Ayebe dê li ser Konsantrasyon û Afirîneriya Edebî biaxive. Piştî gotûbêjê jî Serhat Yıldırım dê konstertekê bide.

Civatgêrîya bernameya 'Civatên Pallê 4' dê Bernas Qerejdaxî bike û bername dê 6ê Tîrmehê, saet 18.15an  li Qesra Zerzevanê pêk bê.

Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.

Read more