Parêzerên piştgiriyê didin malbata Jîna Emînîyê dê bên dadgehkirin
Li Îranê 54 parêzerên ku piştgirîyê didin malbata Jîna Emînî dê derkevin pêşberî darazê.
Jina ciwan a kurd Jîna Emînî li paytexta Îrana Tehranê di encama îşkenceya “Polîsên exlaqê” da hatibû qetilkirin.
54 parêzeran jî par bi daxuyanîyeke hevpar piştgiriya xwe ya bi malbata Jîna Emînîyê ra ragihandibûn.
Tê gotin ku derheqê 54 parêzeran da lêpirsîn hatiye destpêkirin. Parêzerên ku îfadeyên wan hatine wergirtin diyar kirine ku ew li pişt daxuyaniya xwe ne.
Tê payîn ku parêzer hefteya pêşiya me derkevin pêşberî dadgehê.
Çi Bûbû?
‘Polîsên Exlaqê’ 13ê Îlonê Jîna Mehsa Emînî desteser kiribûn. Li qereqolê ji ber îşkencekirinê û kiryarên xirab tenduristiya wê xirab bûbû. Emînî 16ê Îlonê hatibû qetilkirin.
Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandanan dest pê kiribûn û bi hezaran jinan laçik û serpoşên xwe ji serê xwe avêtibûn û mirina Jînayê protesto kiribûn.
Di xwenîşandanên li seranserê Îranê nêzî 600 kesan ji aliyê hêzên ewlahiyê yên Îranê ve hatibûn qetilkirin.