Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Sîngapor bû xwedîyê pasaporta herî bi bihêz a cîhanê.
Li gorî Endeksa Pasaportê ya Henleyê, kesên xwedî pasaporta Sîngaporê bin dê bikaribin bêyî vîze biçin 192 welatan.
Li pey Sîngaporê Almanya, Îtalya û Spanya tên û di rêza duyemîn da cih digirin. Kesên li van welatan dijîn dikarin bêyî vîze biçin 190 welatan.
Awustirya, Fînlandîya, Fransa, Luksemburg, Koreya Başûr, Swêd û Japonya jî di rêza sêyemîn da cih digirin û welatîyên van dewletan bêyî vîze dikarin biçin 189 welatan.
Li gorî endeksa hatî belavkirin, kesên xwedî pasaporta Tirkîyeyê bin jî, dikarin biçin 114 welatan.
Afganistan, Sûriye û Iraq di rêwîtîya bêvîze da tenê 27 pûan bi dest xistine. Di bin Endeksa Pasaporta Henleyê da dimînin û dibin sê pasaportên herî qels ên cîhanê.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...