Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Çirîya paşîn 5, 2024
Roman "Pêl" a Virginia Woolfê piştî wergera ji bo pêncî zimanan, niho bûye Kurdî jî. Weşanxaneya Na-yê weşandiye.
"Pêl" di nav romanên Woolfê de cihekê taybet digire. Ev yekem romana wê ye ku bi şêwaza wê ya taybet hatiye nivîsandin. Roman bi dengê şeş kesan tê vegotin û dev ji peymanên kevneşop ên romanê berdaye.
Çîrok li Îngilîstanê di destpêka sedsala 20ê de dest pê dike. Şeş heval hene ku ji zaroktîyê heya mezinbûnê bi hev re ne. Percival jî hevalê heftemîn e ku di romanê de namire. Percival temsîla birayê Woolf, Thoby ye ku di 24 salîya xwe de miriye.
Woolf di vê romanê de rêbazeka nû bi kar anîye. Her karakter bi dengê xwe dipeyive û her yek ji wan xwedî taybetmendîyên xwe ne.
Werger ji Îngilîzî rasterast hatiye kirin û hewl hatiye dayin ku şêwaza taybetî ya Woolfê bê parastin. Her wiha taybetmendîyên zimanê Kurdî jî di wergerê de hatine parastin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...