Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî yên ku berê ji ber şerê navxweyî revîyabûn Libnanê, niho ji ber şerê li wê derê vedigerin welatê xwe. Ev veger di Çirîya paşiyê ya sala 2024ê de dest pê kiriye û heta niho 470 hezar kes vegerîyane.
Ali Kheir Khalluyê 37 salî, cotkarekê Sûriyeyî ye ku berê ji ber şerê navxweyî revîyabû Libnanê. Wî li wê derê karê porteqal û mûzan dikir. Lê dema ku Îsraîlê dest bi bombardimana Hizbullahê kiriye, ew neçar maye ku careka dî bireve.
Li gorî grûpên alîkarîyê, di şeş hefteyên dawîyê de zêdetirî 470 hezar kes ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bûne. Piranîya wan Sûriyeyî ne. Di nav wan de malbatên ku berî 10 salan ji ber şerê navxweyî revîyabûn jî hene.
Mohammed Najjarê 42 salî dibêje ku veger ne hêsan e. Ew di sala 2013ê de çûbû Libnanê û li wê derê di bazara derve de cil difirotin. Malbata wî wek penaber li Neteweyên Yekbûyî qeyd bûbûn, lê berî çend salan alîkarî sekinîbû.
Rêxistina Human Rights Watch hişyarî daye ku penaberên ku vedigerin Sûriyeyê dikarin rastî zordestîya hikûmetê bên. Di nav van de "windakirina bi zorê"bê ser û şûnkirin" û îşkence jî hene. Lê dîsa jî gelek kes tercîh dikin ku vegerin welatê xwe yê şikestî li şûna ku di bin bombeyan de li Libnanê bijîn.
Çavkanî:
Nivîskar: Ben Hubbard
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...